Artêşa Îsraîlê "egera kuştina" Sînwarê serekê Hemasê dikolîne
Ankara
Artêşa Îsraîlê ragihand ku lêkolîna wê yekê dikin ka Serokê Polîtburoya Hemasê Yehya Sînwar di êrîşên dijî Xeta Xezeyê da hatiye kuştin yan na.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da 3 Filistînî hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê artêşa Îsraîlê û Teşkîlata Îstixbarata Navxweyî Şîn-Bet (Şabak) li egera wê yekê dikole ka yek ji wan her 3 Filistîiyên ku hatine kuştin Sînwar e yan na. Nasname nehatine erêkirin.
Hat ragihandin ku tu nîşaneyek tune ye ku di avahiya ku êrîşa navborî lê hat kirin da dîlên Îsraîlî hebin.
Ji aliyekî din va Hemasê derbarê vê nirxandina artêşa Îsraîlê da hê ti daxuyanî nedaye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.