Dinya

Artêşa Îsraîlê bi şev êrîş birin ser Xezeyê û 19 Filistînî hatin kuştin

Muhammed Emin Canik  | 22.08.2024 - Rojanekırın : 22.08.2024
Artêşa Îsraîlê bi şev êrîş birin ser Xezeyê û 19 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

 Artêşa Îsraîlê bi şev heta serê sibê êrîş birin ser Xeta Xezeyê, di nav da jin û zarok jî bi tevahî 19 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên WAFAya ajansa xeberan ya Filistînê, artêşa Îsraîlê xaniyê malbata "Ebû Daqqa" ya li Xan Yûnisa bajarê Xezeyê bombebaran kir, di encamê da dayik digel zaroka xwe hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê êrîşek bir ser herêma Mesawî ku Filistîniyên ji cih û warê xwe bûne lê dimînin.

Di êrîşa li dijî herêma Beyt Lahiya ku dikeve bakurê Xeta Xezeyê da jî xaniyê malbata "Hammude"yê hat bombebarankirin, di encamê da 11 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên tenduristiyê cesedên kesên di êrîşê da hatin kuştin veguhastin Nexweşxaneya Kemal Adwan. Her wiha hat ragihandin ku di nav enqazan da cesed hene û hê nehatine derxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın