Dinya

Artêşa Îsraîlê li xezeyê êrîşî dibistana penaber lê diman kir, 15 kes hatin kuştin

Hosni Nedim, Halime Afra Aksoy  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
Artêşa Îsraîlê li xezeyê êrîşî dibistana penaber lê diman kir, 15 kes hatin kuştin

Gazze

Îsraîlê li Kampa Penaberan a Cîbaliyayê ya li bakurê Xeta Xezeyê dibistaneke ku Filistîniyên bi zorî ji cî û warê xwe hatine kirin hedef girt û 15 kes hatin kuştin, 22 kes birîndar bûn.

Mehmûd Basalê Berdevkê Midûriya Parastina Sivîlan a li Xezeyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Îsraîlê Dibistana Hafsa bîntî Omer a ku li herêma Faluceyê ya li Kampa Penaberan a Cîbaliyayê cî digire bombebaran kir.

Basal ragihand ku di êrîşa dijî dibistana Filîstînî lê diminin da jin û zarok jî di nav da 15 Filistînî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê jî li gor tesbîtên ewil 22 kes birîndar bûn.

- Di êrîşa asîmanî ya artêşa Îsraîlê ya dijî Beyrûtê da 2 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn

Ji aliyekî din, di êrîşa asîmanî ya ku artêşa Îsraîlê bir ser Beyrêta paytextê Libnanê da li gor tesbîtên ewil 2 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di êrîşê da li gor tesbîtên ewil 2 kes mirin, 15 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya jineke birîndar xedar e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın