Azerbeycan û Ermenistanê li ser peymana aştiyê li hev kir
- Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov: - "Mizakereyên der heqê deqê peymana aştiyê da kuta bûn. 2 made mabûn ku rêkeftin li ser çênebûbû. Ermenistanê di van her du madeyan da jî pêşniyaza Azerbeycanê qebûl kir"

Baki
Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov ragihand ku mizakereyên peymana aştiyê ya dê bi Ermenistanê ra were îmzekirin, kuta bûn.
Wezîr Bayramov di çarçoveya Foruma Bakûyê ya Kurewî ya 12emîn da daxuyanî da rojnamegeran.
Bayramov qala pêvajoya aştiyê ya bi Ermenistanê ra kir û wiha got, "Mizakereyên der heqê deqê peymana aştiyê da kuta bûn. 2 made mabûn ku rêkeftin li ser çênebûbû. Ermenistanê di van her du madeyan da jî pêşniyaza Azerbeycanê qebûl kir. Xebatên li ser deqê kuta bûn."
Bayramov bal kişand ku hêviya wan a ji vê gavê şûnda ew e ku di destûra Ermenistanê da û di mewzûetên din ên qanûnî da madeyên dijî yekîtiya xakê û serweriya Azerbeycanê bên rakirin.
Bayramov bal kişand ku guherandina destûra Ermenistanê ji şertên ku ji bo aştiyê pêwîst in, şertek e û her wiha got ku Koma Mînskê ya AGÎTê jî divê were fesxkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.