Dinya

Balafirên cengê yên Îsraîlê rojhilatê Libnanê bordûman kirin

Mahmut Geldi  | 14.03.2025 - Rojanekırın : 15.03.2025
Balafirên cengê yên Îsraîlê rojhilatê Libnanê bordûman kirin

Beyrut

Balafirên cengê yên Îsraîlê rojhilatê Libnanê, nêzîkî sînorê Sûriyeyê bordûman kirin.

Li gorî agahiya ku ji şahidên bûyerê hat sitandin, li dijî bajarokê ser bi Zahleyê ya li herêma Beqaeyê ku dikeve rojhilatê wî welatî, êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.

Balafirên cengê yên Îsraîlê di êrîşên asîmanî da rêzeçiyayên nêzîkî sînorê Sûriyeyê jî kirin armanc.

Şahidan ragihand ku balafirên cengê yên Îsraîlê cara duyem herêma nêzîkî sînorê Sûriyeyê bordûman kir.

Ji aliyekî din va di nûçeya ku NNAya ajansa fermî ya Libnanê da hat destnîşankirin ku li dijî herêma rojhilatê wî welatî, rêze êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.

Derbarê wê yekê da ka di êrîşan da kuştî û birîndar hene yan na, heta niha ti agahî nehat dayin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın