Berdevkê Kremlînê Peskov: "Ji bo parastina berjewendiyên xwe divê em her wext amade bin"

Moskova
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, Rojavayê gelek çek dan Ukraynayê û wiha dewam kir, "Ji bo parastina berjewendiyên xwe divê em her wext amade bin."
Peskov li paytext Moskovayê di konferanseke zanistê da axivî.
Peskov li ser rawestandina piştgiriya eskerî ya ku Amerîkayê dida Ukraynayê sekinî û wiha got, "Divê em zûtirî bi vê yekê nexapin û ecele nekin. Divê em her wext ya herî baş bifikirin, lê ji bo ya herî xerab amade bin. Ji bo parastina berjewendiyên xwe divê em her wext amade bin."
Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku Rojavayê gelek çek û muhimat dan Ukraynayê û wiha dewam kir, "Ew qas çek danê ku sewqkirina çekan bidin sekinandin jî Ukraynayî dikarin bi çekên berdest çendîn mehan şer bikin."
Peskov li ser îhtimala ku Starlink li Ukraynayê were girtin jî sekinî û destnîşan kir ku artêşa Ûris bêyî vê yekê li eniyan pêş dikeve û wiha dewam kir, "(Şêwirmendê qidemdar ê Serokê Amerîkayê Donald Trump) Elon Musk hemû cîhazên xwe bigire jî wê cîhazên din têxin dewrê."
Peskov daxuyand, li dijî Rûsyayê "şerê wekaletê" dewam dike, di nava 3 salan da qabiliyeta wan gelekî pêş ket ku bikarin şerê enformasyonê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.