Dinya

Birêvebiriya Şamê bertek nîşanî daxwaza "federasyonê" ya PKK/YPGya ku navê HDSyê bi kar tîne, da

Ethem Emre Özcan, Ahmet Karaahmet  | 27.04.2025 - Rojanekırın : 27.04.2025
Birêvebiriya Şamê bertek nîşanî daxwaza "federasyonê" ya PKK/YPGya ku navê HDSyê bi kar tîne, da

Damascus

Birêvebiriya Sûriyeyê dijî daxwaza "federasyon"ê ya PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku navê HDSyê bi kar tîne derket û daxuyaniya "Yekîtiya axa û gelê Sûriyeyê ji bo me xeta sor e û her cure îxlal û jirêketinên der barê vê da wekî êrîşa dijî nasnameya yekbûyî ya Sûriyeyê tê nirxandin." da.

Di daxuyaniya ku ji ser qenala Telegramê ya Serokomariya Sûriyeyê hat dayîn da bertek nîşanî daxwaza "federasyon"ê ya PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku navê HDSyê bi kar tîne dan.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Tevger û daxuyaniyên HDSyê yên van demên dawîn da yên ku bangewaziya federasyonê dike û armanc dike ku li sehayê pêkhateyeke cuda ava bike bi awayekî eşkere dijî naveroka peymanê (Birêvebiriya Şamê-HDS) ye û yekîtî û bihevrabûna axa welêt tehdît dike. Em bi awayekî eşkere teşebûsên lêferzkirinên ji bo parçekirina welêt yan jî bi navê federasyon an jî birêvebiriya xweser avakirina pêkhateyên cuda red dikin."

Di daxuyaniya Serokomariyê da hişyariya "Yekîtiya axa û gelê Sûriyeyê ji bo me xeta sor e û her cure îxlal û jirêketinên der barê vê da wekî êrîşa dijî nasnameya yekbûyî ya Sûriyeyê tê nirxandin." hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji sepanên teşebûsên guherîna demografîk a xeternak a li hin herêman destnîşan dike "gelekî bifikar in" û hat gotin ku "Em hişyarî didin ku sepanûn HDSyê yên wekî astengkirina xebatên saziyên dewletê, dervayî kontrola dewletê bikaranîna çavkaniyên dewletê dê parçebûnû kûr bike û desthilatdariya neteweyî tehdîd bike."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku mafên gelê Kurd wekî hemû pêkhateyên din ên gelê Sûriyeyê di bin banê dewletê da, li ser bingeha welatîbûna tam û wekheviya li ber hiqûqê tê parastin û dan zanîn ku ji bo parastina vê gelê hewcehî bi tu midaxeleyên derva yan jî wesayetên biyanî tune.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.