Dinya

Çînê bangî Îsraîlê kir ku li Şerîaya Rojava rageşiyê zêde neke

Berdevkê Wezareta Karên Derva Lîn Cîen: "Çîn dijî çalakiyên ku rageşiyê zêde dike derdikeve û her cure êrîşên dijî sivîlan şermezar dike"

Emre Aytekin  | 30.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Çînê bangî Îsraîlê kir ku li Şerîaya Rojava rageşiyê zêde neke

Beijing

 Çînê piştî operasyona eskerî ya ku Îsraîlê li Şerîaya Rojava da destpêkirin bangî Îsraîlê kir ku rageşiyê zêde neke.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Lîn Cîen di civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li Pekînê hat lidarxistin da pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê rewşa li herêmê da bersivand.

Berdevk Lîn got ku li Filistînê rewşê ji nêz va dişopînin û got ku "Çîn dijî çalakiyên ku rageşiyê zêde dike derdikeve û her cure êrîşên dijî sivîlan şermezar dike."

Lîn bangî hemû aliyan bi taybetî ya Îsraîlê kir ku bi îtidal tevbigerin û rageşiyê bêtir zêde nekin.

Artêşa Îsraîlê duh li bakurê Şerîaya Rojava operasyoneke eskerî ya ku kampên penaberan ên Cenîn û Tulkerîm û Tubasê hedef digire dabû destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.