Dinya

Ciwanên ji HKIyê dibêjin PKK bi dagirkeriya gundan û êrîşên xwe zirarê dide ewlekarî û geşeya herêmê

Ekip  | 19.07.2024 - Rojanekırın : 22.07.2024
Ciwanên ji HKIyê dibêjin PKK bi dagirkeriya gundan û êrîşên xwe zirarê dide ewlekarî û geşeya herêmê

Arbil

 Ciwanên li Duhoka Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwazin ku li herêmê dawî li dagirkerî û kiryarên terorîstê yên PKKya rêxistina terorê bê anîn û dixwazin rêxistina terorê ji herêmê derkeve.

Rêxistina terorê ku pirê caran sivîlan, hêzên ewlekariyê û siyasetmedarên li HKIyê dike armanc, bi şewata ku li bazar û sûkan derdixe zirarê dide bi sedan kargehan û dibe sedema zirareke mezin a maddî.

Ji ber ku PKKya rêxistina terorê bi sedan gundên li herêmê dagir kirine, ev jî dibe sedema ku welatî mal û warên xwe yên çandiniyê biterikînin. Her wiha êrîşên wê jî dibe sedema pirsgirêkên aborî û ewlehiyê.

Ciwanên herêmê di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da, xwestin ku li herêmê dawî li dagirkerî û kiryarên terorîstî yên PKKya rêxistina terorê bê anîn û dixwazin rêxistina terorê ji herêmê derkeve.

Rêveberê Mala Ciwanan a Duhokê Kavar Resûl, êrîşên PKKya rêxistina terorê yên li bajarên HKIyê wekî "talankarî" nirxand û got, "PKK di demên dawî da li Amêdiyê çalakiyên xwe zêde kirine û 9 gund ji ber vê rêxistinê hatine valakirin."

Resûl bal kişand ser wê yekê ku ji sala 1991ê heta niha zêdetirî 200 gundên Amêdiyê ji ber PKKya rêxistina terorê hatine valakirin û wiha got: "Gel ji tirsa PKKyê nikare biçe warê bav û kalên xwe. Em dixwazin PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve."

Ciwanekî din ê ji Duhokê bi navê Şoreşvan Arif jî got, PKK bi êrîşên xwe zirarê digihîne tevayî, asayîş û aramiya HKIyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.