Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xan Yûnis û Refahê da 9 Filistînî hatin kuştin

Mustafa M. M. Haboush, Safiye Karabacak  | 27.08.2024 - Rojanekırın : 29.08.2024
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xan Yûnis û Refahê da 9 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî bajarê Xan Yûnis û Refahê da 9 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiya ji çavkaniyên tenduristiyê hat hildan, artêşa Îsraîlê bi wesayitên bêmirov (ÎHA) êrîş bir ser xaniyê ku malbata Ziyade tê da bû. Di encama êrîşê da 4 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Îsraîlê xaniyekî li Taxa En-Nimsawiyê ku dikeve aliyê rojavayê Xan Yûnisê jî kir armanc, di êrîşê da 4 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li Refahê jî êrîşek bir ser wesayitekê, Filistîniyek hat kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.