Dinya

Di êrîşên Îsraîl ji 8ê cotmehê vir va dibe ser Libnanê da 2 hezar û 229 kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawîn da 60 kes hatin kuştin, 168 kes birîndar bûn

Mehmet Nuri Uçar  | 12.10.2024 - Rojanekırın : 12.10.2024
Di êrîşên Îsraîl ji 8ê cotmehê vir va dibe ser Libnanê da 2 hezar û 229 kes hatin kuştin

Istanbul

 Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da bir ser Libnanê da 60 kes hatin kuştin û 168 kes birîndar bûn.


Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê da der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 8ê cotmeha 2023yan vir va dewam dikin û di van demên dawîn da şîdeta wan zêde bûye da agahî hatin dayîn.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da piranî dijî herêmên başûr Îsraîlê 57 êrîşên asîmanî birin ser Libnanê û hat ragihandin ku di êrîşan da 60 kesên din mirin û 168 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku jimara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 8ê cotmeha 2023yan da li Libnanê hatin kirin da 2 hezar û 229 kes hatin kuştin û jimara birîndaran jî derket 10 hezar û 380 kesî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın