Dinya

Di êrîşên 10 rojên dawîn ên artêşa Îsraîlê da li Xeta Xezeyê 285 Filistînî hatin kuştin

Safiye Karabacak  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 25.09.2024
Di êrîşên 10 rojên dawîn ên artêşa Îsraîlê da li Xeta Xezeyê 285 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 10 rojên dawîn da birin ser Xeta Xezeyê da 285 Filistînî hatin kuştin û 641 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê hat dayîn, Îsraîl 354 roj in êrîşî Xeta Xezeyê dike û der barê êrîşan da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li çendîn herêmên Xeta Xezeyê êrîş kirin û di êrîşan da 12 kes hatin kuştin û 43 kes birîndar bûn.

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 10 rojên dawîn da birin ser Xeta Xezeyê da 285 Filistînî hatin kuştin û 641 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin, derket 41 hezar û 467an, jimara birîndaran jî derket 95 hezar û 921an.

Hat ragihandin ku di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene, nexweşxane û saziyên perwerdeyê ku gel xwe spartiyê jî tên bombekirin û binesazî jî tên xerabkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.