Dinya

Di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên dijî Beyrûtê da 2 kes mirin, 76 kes birîndar bûn

Mahmut Geldi  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
Di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên dijî Beyrûtê da 2 kes mirin, 76 kes birîndar bûn

Beyrut

Di êrîşên dawîn ên ku Îsraîlê bir ser Beyrûta paytextê Libnanê da li gor tesbîtên ewil 2 kes hatin kuştin, 76 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê der barê jimara kesên ku di êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê bir ser Herêma Dahiyeyê ya li Beyrûtê da agahî dan.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku piştî bombebarana li ser hev a balafirên şer ên Îsraîlê li gor tesbîtên ewil li herêma Dahiyeyê 2 kes hatin kuştin, 76 kes birîndar bûn. Hat gotin ku ji birîndaran 15 jê rakirin nexweşxaneyan, yên din jî sivik in.

NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya welêt da hatibû ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê herêma Dahiyeyê hildan çembera bombebaranê û ji herêma Burc el-Baracîne û rêya balafirgehê heta Taxa Hureykê gelek avahî hatin bombebarankirin.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku di encama êrîşan da li Dahiyeyê 6 avahî xira bûn û bangî welatiyan kirin ku acîl xwînê bidin nexweşxaneyên li Beyrûtê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın