Dinya

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 51 hezar û 240î

Zeynep Tüfekci Gülay  | 21.04.2025 - Rojanekırın : 22.04.2025
Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 51 hezar û 240î

Istanbul

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 51 hezar û 240î.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 39 kuştî û 62 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 1864an, jimara birîndaran jî derket 4 hezar 890î.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 51 hezar û 240î, jimara birîndaran jî derket 116 hezar û 931an.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.