Dinya

Di êrîşa ku Îsraîlê li Xezeyê bir ser malekî da 4 jê zarok 7 Filistînî hatin kuştin

Jimara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê ji sibehê va bir ser Xeta Xezeyê da mirin derket 38an

Mohamed Majed, Ali Semerci  | 30.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Di êrîşa ku Îsraîlê li Xezeyê bir ser malekî da 4 jê zarok 7 Filistînî hatin kuştin

Gazze

 Balafireke şer a artêşa Îsraîlê li aliyê navîn a Xeta Xezeyê avahiyekî hedef girt, di encamê da 4 jê zarok 7 Filistînî hatin kuştin.

Rayedarekî Nexweşxaneya El-Awdeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku balafireke şer a artêşa Îsraîlê daîreyeke apartmanê ya li Kampa Penaberan a Nusayratê ya li aliyê navîn a Xeta Xezeyê hedef girt.

Rayedarê tenduristiyê got ku di encama êrîşê da 4 jê zarok 7 kesên hatin kuştin anîn nexweşxaneyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın