Dinya

Di çarçoveya peymanê ya agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina hêsîran da 90 hêsîrên Filistînî hatin berdan

Enes Canlı, Faruk Hanedar, Ömer Erdem  | 20.01.2025 - Rojanekırın : 20.01.2025
Di çarçoveya peymanê ya agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina hêsîran da 90 hêsîrên Filistînî hatin berdan

Quds

Di çarçoveya mitabaqatê ya berdêlîkirina hêsîran a navbera Hemas û Îsraîlê da 90 hêsîrên jin û zarok ên Filistînî ji Girtîgeha Eskerî ya Oferê ya li Şerîeya Rojava ya dagirkirî hatin berdan.

Ji bo pêşwazîkirina hêsîran Filistînî li bajaroka Beytunyayê ya li ser Ramallaha bajarê Şerîeya Rojava civiyan.

Ji ber ku hewa sar bû, Filistîniyan agir dada û xwe li ber germ kirin, lê eskerên Îsraîlê dem bi dem bi xaza îsotê û bombeyên deng va midaxaleyî Filistîniyan kir. Nêzî saet 01.00ê herêmî, gelek cîpên eskerî û makîneyên kar ên Îsraîlê avêtin ser bajaroka Beytunyayê.

Piştî midaxaleya bi xaza îsotê û bombeya deng, eskerên Îsraîlê Filistîniyên li herêmê ji qadê dûr xistin.

Kêliyek piştî midaxaleyê, otobêsa ku hêsîrên Filistînî tê da bûn û di hîmayeye Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) da bû, ji Girtîgeha Eskerî ya Oferê derket.

Otobês ji bajaroka Beytunyayê derket û ber bi Meydana Manarayê ya li Ramallahê va hereket kir ku hêsîrên Filistînî teslîm bike.

Filistîniyên ku eskerên Îsraîlê ew ji rê dûr xistin, dema ku otobês dît, kêfa wan hat, li fîqê dan û tezahurat kirin.

- Îsraîlê berdêlîkirina hêsîran binpê kir: Ji ber ku hêsîreke jin a Filistînî tunebû, teslîmkirina hêsîran derengî ket

Ofîsa Medyayê ya Dîlan ya li Filistînê daxuyand ku li ser navên hêsîrên ji Oferê serbest hatine berdan lêkolîn hatine kirin, di encamê de hatiye tespîtkirin ku ji hêsîran kesek kêm e, li ser vê ekîbên teknîkê ji bo li gor lîsteya hêsîran tevbigerin û hêzên Îsraîlê biçewisînin bi navbeynkar û Xaçasor ra têkilî danîne. Hat dîyarkirin ku wê di kurtedemekê da hêsîr bi rê bikevin.

Kanal 12 ya televîzyona Îsraîlê jî daxuyand pirsgirêk hatiye çareserkirin û hêsîr bi rê ketine.

Hat ragihandin ji 90 hêsîran 69 jê jin 20 zarok in ku di çarçoveya peymanê da hatin berdan.

Herwiha artêşa Îsraîlê, bi wesayitên bêmirov bombeyên rondikrêj avêt ser Filistîniyên li nêzî Girtîgeha Oferê ji bo hêsîran disekinin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee hişyarî dabû Filistîniyan ku di pêvajoya berdana hêsîran da û peyra çalakiyan lidar nexin.

Li gor peymana di navbera Îsraîl û Hemasê da, dihat pêşbînîkirin ku piştî berdana 3 jinên Îsraîlî yên hêsîr, 90 jinên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê da bên berdan.

Her sê hêsîrên jin ên Îsraîlî ku di çarçoveya merhaleya yekemîn a peymana agirbest û berdêlîkirina hêsîran da li Xeta Xezeyê bi destê Tûxayên Îzedîn el-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê hatin berdan, duh êvarê gihîştin Îsraîlê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.