Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê di 24 saetên dawîn da 13 kes hatin kuştin
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî herêmên cur bi cur ên Xeta Xezeyê di 24 saetên dawîn da 13 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya WAFAya ajansa fermî ya Filistînê, di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî komeke Filistîniyên li bajarê Refeha ku dikeve başûrê Xeta Xezeyê da 11 kesan canê xwe ji dest da gelek kes birîndar bûn.
Di encama bomberana artêşa Îsraîlê da li bajarê Sebra ya Xezeyê jî 2 Filistînî hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.
Herwiha di êrîşa dijî herêma Nezleya Cîbaliyeyê da jî gelek kes birîndar bûn.
Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, 17 hezar û 210 zarok, 11 hezar û 742 jin bi giştî 103 hezar û 79 Filistînî hatin kuştin.
Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, herwiha nexweşxane û saziyên perwerdeyê yên ku xelkê xwe spartine wan tên hedefgirtin û binesaziya sivîl tê texrîbkirin.