Dinya

Di êrîşên ku PKK/YPGya rêxistina terorê dibin ser derdora Bendava Tişrînê da sivîl zirarê dibînin

Ömer Koparan, Ecem Şahinli Ögüç  | 20.01.2025 - Rojanekırın : 20.01.2025
Di êrîşên ku PKK/YPGya rêxistina terorê dibin ser derdora Bendava Tişrînê da sivîl zirarê dibînin

Ankara

Di êrîşên ku PKK/YPGya rêxistina terorê li Sûriyeyê dibin ser derdora Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Feratê da qadên ku bi deh hezaran sivîl lê dijîn, dibin hedef.

Terorîstên PKK/YPGyî par ji 20ê Berfanbarê vir va li navçeya Minbicê ya li ser Heleba bajarê Sûriyeyê êrîşî derdora Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Feratê dike.

Top û guleyên ku terorîst bi çekên giran davêjin, li 10 gundên aliyê rojavayê Bendava Tişrînê tesîreke neyênî li ser jiyana nêzî 50 hezar sivîlan dike.

- Bi hezaran sivîl mecbûrî revîn

Ji ber êrîşên ku PKK/YPGyê birin ser cî û warên sivîlan, bi hezaran niştecihên herêmê ji cî û warên xwe bûn.

Sivîlên mecbûr man ji xeta pevçûnê revîn û xwe spartin herêmên dûr. Sivîl di van rojên dijwar ên zivistanê da ji xizmetên sereke mehrûm dijîn.

Herwiha li herêmê di encama mayinên PKK/YPGyê di êrîşan da bikar anî û çal kirin da hin sivîl hatin kuştin, ji ber ku herêm ewle nîne ekîb nikarin xwe bigihînin cesedên sivîlan da ku defin bikin.

Ji aliyê din va terorîstên PKK/YPGyî ketin gundê eş-Şaşê, ji 150yî zêdetir sivîl dîl girtin. Niştecihên gund jî bêyî ku pêdiviyên xwe yên sereke bi cih bînin, jiyana xwe didomînin.

Li herêmê karesateke mezin qewimî, bi taybetî gundê el-Kişla, el-Hammadat û el-Hac Huseyin​​​​ yên nêzî​​​ xeta eniyê bi tevahî wêran bûn, gundên nêzîk jî xetereyê da ne.

Niştecihên herêmê dixawazin bordûman bê rawestandin û alîkariya însanî bigihînin wan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın