Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 13 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên bi hawin û topan ên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da, di nava wan da jin û zarok, 13 Filistîniyan canê xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxane û ekîbên parastina sivîl hatin sitandin, Îsraîlê di roja erefeyê da li dijî herêmên curbicur ên Xeta Xezeyê êrîş li dar xistin.
Di êrîşên bi topan ên dijî xaniyekî li rojhilatê Xan Yûnisê da 6 Filistînî hatin kuştin. Li Rojhilatê bajarê Refehê jî bi êrîşeke asîmanî zarokekî canê xwe ji dest da.
Îsraîlê li rojhilatê Xan Yûnisê erebeyeke hespan kir armanc û 4 kesên li ser erebeyê canê xwe ji dest dan.
Li Cadeya Muştehaya li Taxa Şucaiyeyê ya ku dikeve rojhilatê Xezeyê di êrîşeke Îsraîlê da 2 Filistînî hatin kuştin.
Li herêma Bêt Lahiyeyê jî di encama êrîşa dijî wesayitekê da gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku agirbesta di 19ê Kanûna Paşîn da hat ragihandin ji aliyê Îsraîlê va hat binpêkirin û di encama êrîşên artêşa Îsraîlê da ji 18ê Adarê vir va 921 Filistîniyî cana xwe ji dest da û 2 hezar û 54 Filistînî jî birîndar bûn.
Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 50 hezar û 277an kes hatine kuştin û 114 hezar û 95 kes jî birîndar bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.