Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da ku 406 roj in berdewam in hejmara kuştiyan gihîşt 43 hezar û 764an

Safiye Karabacak  | 15.11.2024 - Rojanekırın : 15.11.2024
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da ku 406 roj in berdewam in hejmara kuştiyan gihîşt 43 hezar û 764an

Istanbul

 Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan pê va berdewam in hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 28 zêde bû û gihîşt 43 hezar û 764an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ya li ser êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da agahî hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li cihên curbicur ên Xezeyê 3 êrîşên tevkuştinê kirine û di van êrîşan da 28 Filistîniyên din canê xwe ji dest dane û 120 Filistînî jî birîndar bûne.

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan pê va berdewam in da 43 hezar û 764 kes hatin kuştin û 103 hezar û 490 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin hê jî bi hezaran cinaze di binê kavilan da ne û nexweşxane û saziyên perwerdeyê yên ku xelk xwe dispêre wan tên hedefgirtin û texrîbkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın