Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 18ê adarê vir va birin ser Xezeyê da 595 zarok, 308 jin hatin kuştin

Mehmet Nuri Uçar  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 21.04.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 18ê adarê vir va birin ser Xezeyê da 595 zarok, 308 jin hatin kuştin

Gazze

Navenda Mafên Mirovan a Filistînê ragihand ku Îsraîlê ji sibeha 18ê adarê vir va dest bi êrîşên xwe yên tund kir û ji wê demê vir va 595 zarok û 308 jin hatin kuştin.

Navenda Mafên Mirovan a Filistînê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Piştî ku Îsraîlê ji nû va dest bi êrîşên xwe yên eskerî kir pê va jin û zarok ketin serê lîsteya mirinê. Yan jin tên kuştin yan jî zarok tên kuştin."

Li gor daxuyaniyê piştî ku peymana agirbestê hilweşiya vir va 595 zarok hatin kuştin, 308 jî jin kuştin.

Bi vî awayî ji 7ê cotmeha 2023yan vir va bi tevahî 18 hezar û 44an, jimara jinên kuştî jî derket 12 hezar û 402yan.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di pêvajoya agirbestê ya ku ji 19ê rêbendana 2025an vir va dest pê kir vir va jî sûcên komkujiyê bi temamî ranewestiya û "ev pêvajo di bin siya agirbesteke qurfbar da ya ku mirovan bi hêdika dikuje da dewam kir."

Midûrê Navenda Mafên Mirovan a Filistînê ya li Xezeyê Racî es-Suranî got ku "Divê hê çend zarok û jin bên kuştin ku dinya bi awayekî eşkere qebûl bike ku tiştên li Xezeyê diqewimin komkujî ye? Biqasî 18 hezar zarok û 13 hezar jin hatin kuştin û ji civaka navneteweyî hê jî şermezarkirineke zelal nehat û ev yek şermeke mirovî û exlaqî ya mezin e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın