Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Libnanê da hejmara kuştiyan derket 3 hezar û 386an
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Libnanê da ku ji 8ê cotmeha 2023ya va berdewam in, hejmara kuştiyan derket 3 hezar û 386an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tendirustiyê ya Îranê da derbarê hejmara kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da agahî hat dayin.
Hat ragihandin ku duh şevê di encama êrîşên Îsraîlê yên dijî çen deverên Libnanê da 21 kesan canê xwe ji dest da û 73 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Libnanê da ku ji 8ê cotmeha 2023ya va berdewam in, 878 jin û zarok, 192 xebatkarên tendirustiyê bi giştî 3 hezar û 386 kesan canê xwe ji dest da.