Dinya

Di êrîşên Îsraîlê ên dijî Libnanê da di du hefteyên dawîn da 1030 kes hatin kuştin

- Di êrîşên Îsraîlê da ji 8ê cotmehê vir va 104 jê zarok û 194 jê jin bi tevahî 1640 kes hatin kuştin

Mahmut Geldi  | 28.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Di êrîşên Îsraîlê ên dijî Libnanê da di du hefteyên dawîn da 1030 kes hatin kuştin

Beyrut

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîras Ebyad ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 16ê îlonê vir va yên dijî welêt da 1030 kes hatin kuştin, 6 hezar û 352 kes birîndar bûn.

Wezîrê Tenduristiyê Ebyad di civîna çapemeniyê ya li paytext Beyrûtê li dar xist da der barê jimara kesên ku di pevçûnên di 8ê comteha 2023yan ku di navbera Îsraîl û Hîzbullahê destpê kirin da hatin kuştin agahî dan.

Ebyad da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 8ê cotmehê heta 15ê îlonê yên dijî Libnanê da 38 jê jin û 17 jê zarok 610 kes hatin kuştin, 2 hezar û 56 kes birîndar bûn û got ku di navbera 16ê îlonê û 27ê îlonê da jî di êrîşên Îsraîlê da 1030 kes hatin kuştin.

Ebyad agahî da ku di nav 1030 kesên ku di 2 hefteyên dawîn da hatin kuştin da 156 jin û 87 zarok hene û got ku di vê maweyê da 6 hezar û 352 kes jî birîndar bûn.

Ebyad da zanîn ku di êrîşên ku Îsraîlê ji duh va birin ser Libnanê da 11 kes hatin kuştin û 108 kes birîndar bûn, ji 8ê cotmehê vir va 1640 kes hatin kuştin, 8 hezar û 408 kes birîndar bûn.

Ebyad agahî da ku di êrîşên Îsraîlê da heta niha 194 jin hatin kuştin û bal kişand ku kesên ku hê jî ji bin enqazê nehatine derxistin yan jî nasnameyên wan nehatiye diyakirin hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın