Elon Muskê xwediyê Xê diyar kir ku pirsgirêka neketina platformê "di rûyê Ukraynayê da" ye

Ankara
Elon Muskê xwediyê Xa platforma medyaya civakî diyar kir, pirsgirêka neketina Xê ku demeke dirêj dewam kir, ji ber "êrîşa sîber a ji Ukraynayê" ye.
Musk bi Fox Business Networkê ra hevpeyvîn kir û der barê pirsgirêka neketina Xê ya demdirêj da axivî.
Musk destnîşan kir, "ew bi temamî nizanin" bê ka çi bû û wiha dewam kir, "Lê ji bo têkbirina pergala Xê bi navnîşanên IPyê yên ji Ukraynayê êrîşeke mezin a sîberê hat kirin."
Ji aliyê din va Musk diyar kir, vê gavê platform vedibe û tu pirsgirêk nema.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.