Dinya

Emîne Erdoganê li New Yorkê kevneşopiya kevnare ya cihêzan ya Tirkan bi cîhanê da nasand

Başak Akbulut Yazar  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Emîne Erdoganê li New Yorkê kevneşopiya kevnare ya cihêzan ya Tirkan bi cîhanê da nasand

New York

 Emîne Erdogana ku digel Serokomar Erdogan bi xatirê 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, li Turkeviyê mazûvaniya bernameya "Xezîneyên Bûkan: Rêwîtiyek li Cihêzên Osmanî û Anadoluyê" ku ji aliyê Enstîtuyên Pêgihiştinê va tên lidarxistin, kir.

Gelek hevjînên serok û serokwezîran digel wezîr, parlementer, gerînendeyên giştî û nûnerên ast bilind ên saziyên navnetweyî beşdarî bernameyê bûn.

Emîne Erdoganê di bernameyê da gotarek pêşkêş kir û behsa kevneşopiya kevnare ya cihêzan ya Tirkan kir.

Erdoganê diyar kir ku hunerên destan belgeyên zindî ne û taybetmendiyeke wan jî ew e ku derfetê didin çanda gelan bi wan bên naskirin û got, "Anadoluya ku hewza wê ya çandî erdnîgariyeke berfireh ji Asyayê heta Afrîkayê dihewîne, di vê wateyê da xwedî wateyeke kûr e. Di dîrokê da gelên herêmê bi destên xwe yên jêhatî hemû rûyê jiyanê li ser tiştên xwe xêz kirine û bi hestên xweş jîngehên xwe xemilandine."

24.09.2024

Emine Erdoğan, New York'ta geleneksel köklü Türk çeyiz geleneğini dünyaya tanıttı

Emine Erdoğan, "Tarihte örnek medeniyetler kurmuş, dünyaya yön vermiş toplumlar, geçmişiyle, öz kimliğiyle, kültürel hafızasıyla bağını güçlü tutmuş olanlardır." dedi.

- Defîle gelek hat ecibandin

Piştî axaftina Emîne Erdoganê kirasên bûkaniyê yên kevneşopî yên Osmanî û Anadoluyê hatin nimayişkirin. Erdoganê seranserê defîleyê der barê cilûbergan da agahî dan hevjînên serokan û behsa taybetmendiyên neqişan kir.

Piştî defîleya ku gelekî hat ecibandin wêneyê malbatî hat kişandin.

Hevjînên serokan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan.

Di çarçoveya bernameyê da qadek hat veqatandin û cihêzên ku bi motîfên serdema Osmanî û çanda Anadoluyê hatibûn xemilandin, kirasên dawetan, xalîçeyên destkarî û gelek objeyên çanda Tirkî hatin nimayişkirin.

Erdoganê pêşwaziya serokên dewletan kir û qehwe û şerbetên kevneşopî yên Tirkî pêşkêş kirin û paşê li qada pêşangehê geriyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın