"Ez kêfxweş bûm ku em ji mirinê filîtin, lê nebêjê mirin li vir benda me bûye"
Îman Humiyyîda ji Îdliba bajarê Sûriyeyê bi 5 zarokên xwe va reviya û xwe sparte ser sînorê Tirkiyeyê dergûşa xwe ya 6 mehî defin kir

İdlib
Îman Humiyyîda ji Îdliba bajarê Sûriyeyê bi 5 zarokên xwe va reviya û xwe sparte ser sînorê Tirkiyeyê dergûşa xwe ya 6 mehî defin kir. Dergûşa wê ya sal û nîvekî jî niha nexweş e û ew benda alîkariyê ye ku dergûşa wê bê tedawîkirin.
Piştî bombebarandinê avahiyê malbatê hildiweşe û ew Keferruma bajaroka Îdlibê tên li ser sînorê Tirkiyeyê û li nêzîkî gundê Kelliyê.
Malbat ji ber ku kon tune li ser eraziyê dimîne. Ji ber ku rewşa wan nebaş e Îbrahîmê 6 mehî nexweş dikeve û dimre.
- "Kurê min di ambulansê da li min nihêrî û wefat kir"
Dayik Humîyyîd ji nûçegihanê AAyê ra wiha behsa mirina kurê xwe kir û wiha axivî:" Min 5 zarokên xwe ji bin enkazê derxist in û em ji mirinê xilas bûn. Lê rewşa dergûşa min a 6 mehî her ku çû xirab bû. Me ji nevanda tenduristiyekî bir ya din. Tu kesî ji nexweşiya wî fêm nekir. Herî dawîn doxtorekî got divê ew bê emeliyatkirin û em sewqî Tirkiyeyê kirin. Kurê min di ambulansê da li min nihêrî û wefat kir. Dergûşa min a din Aye ya sal û nîvekî jî nexweş e. Dibêjin di xwîna wê da bakterî heye. Ji ber ku pereyê me tune em nikarin wê nîşanî doxtorekî pispor bidin. Pereyê me tune ku em derman jî bikirin. Ez kêfxweş bûm ku em ji mirinê filitîn. Lê nebêjê mirin li vir benda me bûye."
Humiyyîd got ji ber toz, dû, qirêjî û tunebûna xurekê zarok nexweş dikevin, lê ji ber ku mala wan xirab bûye ew nikarin bizivirin jî.
Ji mutabaqata ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên êrîş lê zêde çêdibin ber bi cihên aramtir û nêzîkî sînorê Tirkiyeyê milyonek û 42 hezar kesî koç kir. Sivîl ji ber ku êrîş dewam dikin û malên wan hilweşiyaye nikarin bizivirin.