Dinya

Fransayê ji ber êrîşên ku UNIFILê hedef digirin Balyozê Parîsê yê Îsraîlê gazî wezaretê kir

Esra Taşkın  | 12.10.2024 - Rojanekırın : 12.10.2024
Fransayê ji ber êrîşên ku UNIFILê hedef digirin Balyozê Parîsê yê Îsraîlê gazî wezaretê kir

Ile-de-France

 Joshua Zarkayê Balyozû Parîsê yê Îsraîlê jib o ku der barê "êrîşên bi qesdî" yên ku Hêza Aştiyê ya Berwext a Libnanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) hedef digire îzahatê bide gazî Wezareta Karên Derva ya Fransayê kiin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva û Ewropayê ya Fransayê da hat gotin ku "Fransa êrîşên qesdî yên Îsraîlê yên dijî Hêza Aştiyê ya Berwext a Libnanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) şermezar dike."

Di daxuyaniyê da hat xwestin ku divê demildest van êrîşên dijî hiqûqa navneteweyî bînin û hat gotin ku "Meqamên Îsraîlê divê daxuyaniyekî bidin. Ji ber vê Fransa îro Balyozê Îsraîlê yê li Fransayê gazî Wezareta Karên Derva û Ewropayê dike."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku he¨û dewlet mecbûr in ku eskerên hêza aştiyê biparêzin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.