Hûsiyên li Yemenê: Amerîkayê li dijî parêzgehên Hudeyde û Marîbê 27 êrîşên asîmanî kirin

Istanbul
Hûsiyên li Yemenê yên Îran li piştê ye, ragihandin ku Amerîkayê li dijî parêzgeha Hudeydeyê ya li rojavayê welêt û parêzgeha Marîbê ya li naverasta welêt 27 êrîşên asîmanî kirin.
Di nûçeya têlevîzyona Hûsiyan a El-Mesîreyê da der barê mijarê da zanyarî hat dayîn.
Li gorî nûçeyê, balafirên Amerîkayê li dijî Et-Tuheytaya navçeya Hudeydeyê ji serê sibehê û vir va 25 êrîşên asîmanî pêk anîn.
Di kanala El-Mesîreyê da ji xeynî vê hat diyarkirin ku Amerîkayê li dijî navçeya Meczerê ya girêdayî parêzgeha Marîbê 2 êrîşên asîmanî pêk anîn.
Der heqê encamên êrîşan da hê zanyarî nehatin parvekirin.
Amerîkayê jî hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.
Hûsiyan roja yekşemê daxuyandibûn ku Amerîka xwe amade dike ku li Yemenê herekata bejahî bide destpêkirin.
Hûsiyan her wiha di daxuyaniya xwe ya bi roj da jî eşkere kiribûn ku balafirên şer ên Amerîkayê êvara yekşemê, Sanaya paytextê Yemenê bordûman kir û di encamê da 12 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
- Êrîşên asîmanî yên dijî Yemenê
Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê da destnîşan kiribû ku wan 4 roj mawe da Îsraîlê ku destûrê bide ku alîkarî derbasî Xezeyê bibin û her wiha diyar kiribû ku heger na, ew ê li dijî Îsraîlê cardin dest bi operasyonên deryayî bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma Truth Socialê da ragihandibû ku wî telîmat da artêşê ku li dijî Hûsiyên Yemenê "êrîşeke mezin" bide destpêkirin.
Lîderê Hûsiyan Ebdulmelîk el-Hûsî jî destnîşan kiribû ku balafir û keştiyên şer ên Amerîkayê dê bibin hedefa Hûsiyan û bal kişandibû ku heya êrîş bidomin, berbendkirina seferên deryayî dê Washingtonê jî hilde nav xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.