Dinya

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hatin kuştin derket 48 hezar û 467an

Mehmet Nuri Uçar  | 10.03.2025 - Rojanekırın : 11.03.2025
Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hatin kuştin derket 48 hezar û 467an

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ku piştî êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dewam kir û paşê agirbest çêbû, di nav 24 saetan da jê 5 ji binê kavilan hatine derxistin, tevahî cinazeyên 9 Filistîniyan rakirin nexweşxaneyan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê ya ku di 19yê Çileya Paşîn da çêbû û peymana pevguhertina dîlan hat qebûlkirin, der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên nû parve kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyên 9 Filistîniyan û 16 birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hat gotin ji kuştiyan 5 kes ji binê kavilan hatine derxistin, 4 kes jî di van êrîşên dawîn da hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan heta 19ê Çileya Paşîn a ku agirbest çêbû û vir va hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê da hatine kuştin derket 48 hezar û 467an, hejmara birîndaran jî bû 111 hezar û 913.

Di navbera Îsraîl û Hemasê da her çiqas agirbest çêbibe û peymana pevguhertina dîlan ketibe rewacê jî, Îsraîl li Xezeyê gelek caran agirbestê binpê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın