Dinya

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihişt 48 hezar û 503yan

Safiye Karabacak  | 11.03.2025 - Rojanekırın : 12.03.2025
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihişt 48 hezar û 503yan

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ku ji 7ê cotmeha 2023yan va êrîşên Îsraîlê lê berdewam in û peymana agirbestê lê hat kirin, di 24 saetên dawîn da 32 jê yên ji bin enqazan hatin derxistin, bi giştî termên 36 Filistîniyan rakirin nexweşxaneyan.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ya li Xezeyê piştî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da, derbarê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da birîndar bûn û hatin kuştin agahî da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da termên 36 kesan û 14 birîndar gihiştine nexweşxaneyan. Hat destnîşankirin ku 32 ji wan terman ji bin enqazan hatin derxistin û 4 jî di êrîşên di nava rojekê da hatine kuştin.

Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 48 hezar û 503yan kes hatine kuştin û 111 hezar û 927 kes jî birîndar bûne.

Tevî peymana agirbestê û berdêlîkirina dîlan a di navbera Îsraîl û Hemasê da, artêşa Îsraîlê gelek caran agirbestê binpê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın