Dinya

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihişt 51 hezar û 157an

Ekrem Biçeroğlu, Ali Semerci  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihişt 51 hezar û 157an

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va êrîşên Îsraîlê lê berdewam in hejmara kuştiyan di 48 saetên dawîn da 92 zêde bûn û gihîşt 51 hezar û 157an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da birîndar bûn û hatin kuştin agahî da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 48 saetên dawîn da 92 kes hatin kuştin û 219 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku piştî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da ya 19ê Çileya Paşîn ku Îsraîlê binpê kiribû, heta niha 1783 Filistînî hatine kuştin û 4 hezar û 683 kes jî birîndar bûne.

Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 51 hezar û 157 kes hatine kuştin û 116 hezar û 724 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin li Xeta Xezeyê hê jî bi hezaran cinaze di binê kavilan da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın