Dinya

Hemasê daxuyand ku ji kadroya pêşengên wan Îsmaîl Berhûm di êrîşa esmanî ya Îsraîlê da hat kuştin

Mohamed Majed, Ömer Erdem  | 24.03.2025 - Rojanekırın : 24.03.2025
Hemasê daxuyand ku ji kadroya pêşengên wan Îsmaîl Berhûm di êrîşa esmanî ya Îsraîlê da hat kuştin

Gazze

Hemasê daxuyand ku endamê buroya siyasî Îsmaîl Berhûm di êrîşa esmanî ya ku Îsraîlê li başûrê Xeta Xezeyê bir ser Nexweşxaneya Nesrê ya li bajarê Xan Yûnisê da hat kuştin.

Di daxuyaniya Hemasê da wiha hat gotin, "Li Xeta Xezeyê endamê buroya siyasî yê tevgerê Îsmaîl Berhûm şehîd ket û ew pir xemgîn in. Ew li Nexweşxaneya Nesrê ya li Xan Yûnisê tedawî dibû. Bi sûqesteke tirsonek hat kuştin."

Hemasê ji bo bombekirina nexweşxaneyê got ku ev li dijî gelê Filistînê "di nava sûcên şer ên siyonîst da" rapelîneke talûke ye û bi eşkere binpêkirina qanûn û normên navneteweyî ye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hatibû ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya Nesrê kir û di êrîşê da du kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê beşa cerahî ya Nexweşxaneya Nesrê kiribû hedef.

Nexweşxaneya Nesrê li başûrê Xezeyê wekî nexweşxaneya herî mezin tê qebûlkirin û gelek nexweş û birîndar tê da hene.

Artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di êrîşên ku dijî Xezeyê dane destpêkirin da gelek saziyên tenduristiyê kirin hedef.

Piştî êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 34 nexweşxane êdî nema dikarin xizmetê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.