Hemasê di tûra sêyem a pevguhertina dîlan da ji 3 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê yek radestî Xaça Sor kir

Quds
Di tura sêyem a pevguhertina dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê da Agam Bergera ji dîlên eskerên jin ên Îsraîlî yên li Xezeyê, li Cibaliyeyê bo ekîba Xaça Sor a Navneteweyî hat radestkirin.
Di tûra sêyem a pevguhertina dîlan da radestkirina 3 dîlên Îsraîlî yên ku dê ji Xeta Xezeyê bên berdan, dest pê kir.
Baskê Çekdarî yê Hemasê Tûxayên Îzedîn el-Qesam û ekîbên Xaça Sor a Navneteweyî belgeyên der heqê radestkirina dîla ewil da îmze kirin.
Dîla Îsraîlî Bergerê bo ekîbên Xaça Sor bi unîformaya eskeriyê hat radestkirin. Bergerê berî radestkirinê derket ser platformê, silav da şêniyên Xezeyê û di pey ra li wesayîta Xaça Sor siwar bû û ji herêmê veqetiya.
Artêşa Îsraîlê ew yek pesend kir ku wan dîla Îsraîlî wergirt û ber bi welêt bi rê ketin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.