Dinya

Hemas: Gefxwarinên Trump mijarên der barê peymana agirbestê ya li Xezeyê da zehmettir dikin

Mohamed Majed, Mahmut Geldi  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
Hemas: Gefxwarinên Trump mijarên der barê peymana agirbestê ya li Xezeyê da zehmettir dikin

Gazze

 Hemasê der barê gefxwarinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî wan da wiha got: "Ev gefxwarin hikûmeta Îsraîlê wêrek dike ku agirbestê bi cî neyne."

Berdevkê Hemasê Hazim Qasim der barê gefxwarinên Serokê Amerîkayê Trump ên li dijî Hemasê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Qasim wiha got: "Ev gefxwarin mijarên der barê peymana agirbestê ya li Xeta Xezeyê da zehmettir dikin û hikûmeta dagirker jî wêrek dike ku peymana agirbestê bi cî neyne."

Qasim bal kişand ser hebûna peymana agirbestê ya ji bo Xeta Xezeyê hatiye îmzekirin û wiha axivî: "Amerîka yek ji wan welatan e ku navbeynkariya vê peymanê kir. Di peymanê da tê gotin ku hemû dîl divê di 3 qonaxan da bên berdan û Hemasê jî di qonaxa ewil da berpirsyariya xwe bi cî anî."

Qasim diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu xwe nade ber mizakereyên ji bo qonaxa duyemîn a peymana agirbestê û bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn a mizakereyan ew zextê li Îsraîlê bike.

Trump der bar Hemasê da wiha gotibû: "Hemû dîlan niha berdin, ne paşê. Heke ev pêk neyê, ev kar wê ji bo we biqede. Ji bo ku kar biqede ez ji Îsraîlê ra her tiştê ku hewce dike dişînim. Heke hûn gotina min nekin, yek endamê Hemasê jî wê di nav ewlehiyê da nebe."

Trump bangî serokên Hemasê kiribû û wiha gotibû: "Ev hişyariya dawiyê ye. Hê ku şansê we heye, dem dema derketina we ya ji Xezeyê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın