Dinya

Hemas: Hewldanên navbeynkariyê didomin, ji bo mizakereyên merhaleya duyemîn geşedanên erênî hene

Mohamed Majed, Mehmet Nuri Uçar  | 08.03.2025 - Rojanekırın : 09.03.2025
Hemas: Hewldanên navbeynkariyê didomin, ji bo mizakereyên merhaleya duyemîn geşedanên erênî hene

Gazze

Hemasê ragihand ku xebatên navbeynkariyê yên ku Misir û Qeter bi rê va dibin ji bo temamkirina tetbîqkirina peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra û mizakereyên merhaleya duyemîn bidin destpêkirin, dewam dikin.

Ebduletîf el-Kanuyê Berdevkê Hemasê di daxuyaniya xwe da got ku "Hewldanên navbeynkarên Misirî û Qeterî dewam dikin û di mijara destpêkirina mizakereyên merhaleya duyemîn da geşedanên erênî hene."

Kanu destnîşan kir Hemas amade ye ku mizakereyan bidomîne û got ku "Em amade ne ku bi awayekî daxwazûn gelê xwe yê Filistînê pêk bîne bikevin merhaleya duyemîn a mizakereyan. Em duxwazin ji bo ku alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê bê zêdekirin û dorpêçî bê rakirin hewldan bên zêdekirin."

Kanu ragihand ku rayedarên Hemasî li Qahîreyê ji roja înê va bi rayedarên Misrî ra hevdîtin dikin û da zanîn ku ji bo tetbîqkirina encamên lêtkeya Ereban û pêk bînin ku Îsraîl rîayetî mizakereyên merhaleya duyemîn bike li ser mekanîzmayan guftûgo kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın