Dinya

Hevdîtina heyetên Ukrayna û Amerîkayê ya li Ciddeya bajarê Erebistana Siûdî dest pê kir

Davit Kachkachishvili  | 11.03.2025 - Rojanekırın : 12.03.2025
Hevdîtina heyetên Ukrayna û Amerîkayê ya li Ciddeya bajarê Erebistana Siûdî dest pê kir

Kiev

 Hevdîtina heyetên Ukrayna û Amerîkayê ya ji bo mijarên der barê dawîanîna şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Ciddeya bajarê Erebistana Siûdî dest pê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Karên Derva ya Ukraynayê hat dayîn da hat diyarkirin ku civîna heyetên Ukrayna û Amerîkayê li Ciddeyê dest pê kir.

Ji aliyê din va Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê Andriy Yermak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ew amade ne ku bi heyeta Amerîkayê ra bixebitin.

Yermak wiha got: "Parastina berjewendiyên Ukraynayê ji bo bidawîkirina şer nêrîneke zelal e, em ê bi hevkarên xwe yên Amerîkî ra bixebitin."

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya berê da gotibû ku Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê Yermak, Wezîrê Karên Derva Andrîî Sybîha, Wezîrê Parastinê Rustem Umerov û Alîkarê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê Pavel Pallîs wê di civîna li Ciddeyê da Ukraynayê temsîl bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın