Dinya

Heyeta Tirk û gelek delegasyonan xitaba Netanyahu ya li Lijneya Giştî ya NYyê protesto kirin

Şerife Çetin  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Heyeta Tirk û gelek delegasyonan xitaba Netanyahu ya li Lijneya Giştî ya NYyê protesto kirin Türk heyeti ve birçok delegasyon Netanyahu'nun BM Genel Kurul hitabını protesto etti

New York

Heyeta Tirk û gelek delegasyon xitaba Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi terikandina hêwanê protesto kirin.

Netanyahu ji bo ku xitabî Lijneya Giştî ya 79emîn a NYyê bike ket hêwanê û berê xwe da kursiyê.

Heyeta Tirk bi serkêşiya Balyoz Ahmet Yildizê Nûnerê Daimî yê NYyê yê Tirkiyeyê berî ku Netanyahu dest bi xitaba xwe ya li Lijneya Giştî ya NYyê bike ji hêwanê derket.

Hat dîtin ku gelek delegasyon bi heyeta Tirk ra derketin û hêwan gelekî vala bû.

Hat bihîstin ku dema Netanyahu li ser kursiyeyê hin deng bilind dibin.

Dozgerê Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî Kerîm Xan bi hinceta ku "sûcê şer" kiriye xwestibû ku der heqê Netanyahu da biryara girtinê bê derxistin û li ser vê yekê destûra ji bo ku Netanyahu xitabî NYyê bike hat dayîn bibû sedema rexneyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.