Dinya

Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va nêzî 17 hezar zarok kuştin

Hosni Nedim, Halime Afra Aksoy  | 29.09.2024 - Rojanekırın : 30.09.2024
Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va nêzî 17 hezar zarok kuştin

Gazze

Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê ragihand, di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dibin ser herêmê da nêzî 17 hezar zarok hatin kuştin.

Midûrê Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê Îsmaîl Sevabîte daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Îsraîl nêzî salekê ye ku êrîşî herêmê dike û der barê rewşa zarokên herêmê da agahî da.

Sevabîte daxuyand, ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên Îsraîlê da 16 hezar û 859 zarok hatin kuştin.

Sevabîte destnîşan kir, ji van zarokên ku hatin kuştin 171 dergûş piştî 7ê Cotmeha 2023yan hatin dinyayê û hê nebûbûn yek salî.

Sevabîte der barê zarokên ku sêwî û êtîm man da jî wiha got:

"Di êrîşên Îsraîlê da li Xeta Xezeyê ji dê û bavê 25 hezar û 973 zarokan yek an jî her du hatin kuştin. Ji van 12 hezar û 633 keçik, 13 hezar û 340 kurik in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.