Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê: Îsraîlê ji agirbestê vir va 150 Filistînî kuştin

Gazze
Hikûmeta Filistînê ya li Xeta Xezeyê ragihand ku Îsraîlê ji rêbendana ku agirbest ket meriyetê vir va li Xezeyê 40 jê zarok 150 Filistînî kuştin.
Ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Em dibînin ku dewleta dagirker (Îsraîl) di demên dawîn da sûcên xwe yên dijî sivîlan bi qesdî zêde kirin, sivîlên êzing berhev dikirin yan jî malên xwe kontrol dikirin hedef girtin û ev kes bi guleyên ku artêşa Îsraîlê berdan va şehîd ketin."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku Îsraîlê ji rêbendana ku agirbest ket meriyetê vir va 40 jê zarok 150 Filistînî kuştin û diyar kir ku van "qetlîaman" şermezan kir û destnîşan kir ku Îsraîl sûcên xwe yên şer didomîne.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku Îsraîl hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê îro 9 kesên din kuştin û niyeta domandina sûcên xwe nîşan da.
Hat destnîşankirin ku Binyamîn Netanyahu li gor hiqûqa navneteweyî sûcdar e û hat diyarkirin ku Netanyahu hincetên jiyanê jî tune dike û sivîlên mesûm hedef digire.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.