Dinya

Hûsî: Di êrîşa ku Amerîkayê bir ser Yêmenê da 12 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn

Iyad Nabolsi, Hamdi Yıldız  | 21.04.2025 - Rojanekırın : 22.04.2025
Hûsî: Di êrîşa ku Amerîkayê bir ser Yêmenê da 12 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn

Istanbul

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkayê di êrîşa ku li Sanaya paytextê Yêmenê kirin da 12 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya rêvebiriya Hûsiyan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û diyar kir, balafirên şer ên Amerîkayê bişev digel Sanayê êrîşî bajarên Amran, Sade, Marîb û Mahwîtê jî kir.

Di êrîşa Amerîkayê ya dijî tax û sûkeke Sanayê da li gor tesbîtên ewilîn 12 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn.

Piştî êrîşan li ser kavilan xebatên xelaskirinê dewam dikin, der heqê kesên ku li bajarên din hatin kuştin û birîndarkirin da agahî nehat parvekirin.

Amerîkayê der barê êrîşên navborî da hê tu daxuyanî nedaye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.