Ji ber êrîşa Amerîkayê ya dijî Bendera Ras Îsayê ya li Hudeydeyê hejmara kuştiyan derket 74an
Istanbul
Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştevaniya wan dike ragihand ku Amerîkayê li dijî Bendera Ras Îsayê ya li Hudeydeyê ku dikeve rojavayê welêt da êrîşa asîmanî li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan, balafirên cengê yên Amerîkayê Bendera Ras Îsayê ya li Hudeydeyê ya ser bi navçeya Salifê kirine armanc.
Di êrîşê da 74 kes hatin kuştin û 171 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên parastina sivîlan xebatên xwe yên rizgarkirina sivîlan û vemirandina agirê ku piştî êrîşê li benderê derket didomînin.
Li gorî nûçeya televizyona Mesîreyê ya Hûsiyan, hatibû ragihandin ji ber êrîşê 58 kes hatine kuştin û 126 kes jî birîndar bûne.
