Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 81 Filistînî hatin kuştin

Safiye Karabacak, Esat Fırat  | 17.07.2024 - Rojanekırın : 18.07.2024
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 81 Filistînî hatin kuştin

Ankara

 Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê di 24 saetên dawîn da 81 Filistînî hatin kuştin û 198 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 285 roj in didomin.

Hat diyarkirin ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê di 24 saetên dawîn da li herêmên curbecur 81 Filistînî hatin kuştin û 198 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.

Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 38 hezar û 794an û ya birîndaran jî bû 89 hezar û 364.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın