Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 51 hezar 25an

Di 24 saetên dawîn da 25 kes hatin kuştin û 89 kes jî birîndar bûn

Muhammed Emin Canik  | 16.04.2025 - Rojanekırın : 17.04.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 51 hezar 25an

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 25 zêde bû û derket 51 hezar û 25an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 25 kuştî û 89 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezeyê hatin veguhestin.

Dîsa hat balkişandin ku ji 18ê Adarê û vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî têkbirina agirbesta 19ê Rêbendanê, 1652 Filistînî hatin kuştin û 4 hezar û 391 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 51 hezar û 25an, ya birîndaran jî derket 116 hezar û 432yan.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın