Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 52 hezar 314an

- Di 24 saetên dawîn da 71 kes hatin kuştin û 153 kes jî birîndar bûn

Safiye Karabacak  | 28.04.2025 - Rojanekırın : 29.04.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 52 hezar 314an

Istanbul

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 71 zêde bû û derket 52 hezar û 314an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 71 kuştî û 153 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezeyê hatin veguhestin.

Dîsa hat balkişandin ku ji 18ê Adarê û vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî têkbirina agirbesta 19ê Rêbendanê, 2 hezar û 222 Filistînî hatin kuştin û 5 hezar û 751 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên hatin kuştin derket 52 hezar û 314an û ya birîndaran da jî derket 117 hezar û 792yan.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın