Dinya

Ji Pezeşkiyan daxuyaniya "Heke em bersivê nedin sûîqesta Heniyye, soz dabûn me ku li Xezeyê agirbest çêbibe"

Ahmet Dursun  | 30.09.2024 - Rojanekırın : 30.09.2024
Ji Pezeşkiyan daxuyaniya "Heke em bersivê nedin sûîqesta Heniyye, soz dabûn me ku li Xezeyê agirbest çêbibe"

Tahran

 Serokomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan diyar kir, pêşengên Amerîka û Ewropayê di bergîdana ku Îran bersivê nede sûîqesta Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye da soz da wan ku li Xezeyê agirbestê ragihînin, lê ev bi cih neanîn.

Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê Pezeşkiyan duh êvarê di civîna Lijneya Wezîran da axivî.

Pezeşkiyan li ser êrîşkariya Îsraîlê ya li herêmê û piştgitên wê yên Rojavayî sekinî û wiha got, "Sûcê rejima siyonîst nayê qebûlkirin û wê bê bersiv nemîne."

Pezeşkiyan wiha got, "Amerîka û Ewropayê soz da û got ku heke Îran bersivê nede sûîqesta şehîd Heniyye ew ê agirbestê bidin ragihandin. Lê ev sozê wan bi temamî derew bûn."

Daxuyaniyên Serokomarê Îranê li Îranê bû sedema nîqaşê û bişev komek li ber avahiya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê civiya û li dijî van daxuyaniyan ji rayedaran daxwaza bersivê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.