Dinya

Ji rêvebirên Hemasê yên li Libnanê Ebu el-Emîn di êrîşa esmanî ku Îsraîlê bir ser Libnanê da hat kuştin

Mustafa M. M. Haboush, Ali Semerci  | 30.09.2024 - Rojanekırın : 30.09.2024
Ji rêvebirên Hemasê yên li Libnanê Ebu el-Emîn di êrîşa esmanî ku Îsraîlê bir ser Libnanê da hat kuştin

Lebanon

Hemasê daxuyand, ji rêvebirên wan ên li Libnanê Fetîh Şerîf Ebu el-Emîn di êrîşa esmanî ya ku Îsraîlê bir ser Kampa El-Bassê ya li başûrê welêt da li mala xwe hat kuştin.

Li gor daxuyaniya ku Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê da, balafirên şer ên Îsraîlê li Kampa El-Bassê êrîşa esmanî bir ser xaniyê Ebû el-Emînê ku yek ji rêvebirê Hemasê yê li Libnanê û endamê rêvebiriya derveyî welêt ê Hemasê bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku digel Ebu el-Emîn, jina wî Umeyye Îbrahîm Ebdulhamîd, kurê wî Emîn û keça wî Wefa jî di êrîşê da hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.