Dinya

Ji Serokê Dewleta Panamayê Mulino bo Trump bersiva Kanala Panamayê

Sinan Doğan  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 06.03.2025
Ji Serokê Dewleta Panamayê Mulino bo Trump bersiva Kanala Panamayê

Bolivar

 Serokê Dewleta Panamayê Jose Raul Mulino der heqê gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Kanala Panamayê da wiha got, "Serok Trump careke din jî derewan dike."

Mulino li ser platforma medyaya civakî Xê, bertekeke tund nîşanî gotinên Trump ên li ser Kanala Panamayê da.

Serokê Dewletê Mulino wiha got, "Serok Trump careke din jî derewan dike. Îdiaya Kanala Panamayê di pêvajoya bi paş da wergirtinê da ye, bi tu awayî rast nîne. Di hevdîtinên me yên digel Wezîr Rubio (Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê) da jî ev mijar nehat rojevê. Li ser navê Panamayê û hemû Panamayiyan ez vê hewldana nû ya dijî rastî û rûmeta me ya neteweyî red dikim."

Mulino bal kişand ku Kanal ya Panamayê ye û wiha got, "Kanala Panamayê ya Panamayiyan e û dê wekî ya Panamayiyan bimîne."

- Em ê Kanala Panamayê bi paş da bistînin

Trump careke din jî gotibû ku ew ê Kanala Panamayê bi paş da bistînin û ji bo vê jî wan dest bi avêtina gavên şênber kirine.

Trump bal kişandibû ku Kanala Panamayê, Amerîkayiyan çêkir û paşê wan kanal da Panamayê û her wiha kontrola wê di pey ra jî derbasî Çînê bû, lê ew ê vê yekê qebûl nekin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.