Dinya

Jimara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê da hatin kuştin derket 3 hezar û 445an

- Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên duh da 59 kes hatin kuştin, 182 kes birîndar bûn

Muhammed Emin Canik, Faruk Hanedar  | 15.11.2024 - Rojanekırın : 15.11.2024
Jimara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê da hatin kuştin derket 3 hezar û 445an

Istanbul

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Libnanê da 59 kesên din hatin kuştin û jimara kuştiyan derket 3 hezar û 445an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê da der barê kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên berdewam da hatin kuştin agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di encama êrîşên berdewam ên Îsraîlê da duh 59 kes hatin kuştin û 182 kes birîndar bûn û jimara kesên ku ji 8ê cotmeha 2023yan vir va li Libnanê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 3 hezar û 445an, jimara birîndaran jî derket 14 hezar û 599an.

Tê texmînkirin ku ji ber bombebarana Îsraîlê li Libnanû bi 100 hezaran kes ji cihên xwe hatin kirin.

Ji aliyên başûr ên li welêt ber bi paytext Beyrût û bakur va pêla koçê dewam dike û hikûmeta Libnanê eşkere kir ku ji kesên ji cihên xwe hatin kirin 518 hezarî zêdetir kesî koçî Sûriyeyê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın