Dinya

Kamala Harrisê têkçûna hilbijartinê ya li hember Trump qebûl kir

Hakan Çopur  | 07.11.2024 - Rojanekırın : 10.11.2024
Kamala Harrisê têkçûna hilbijartinê ya li hember Trump qebûl kir

Washington DC

Alîkara Serokê DYAyê û namzêda serokatiyê ya Demokratan Kamala Harrisê anî ziman ku serneketina xwe ya di hilbijartinê da qebûl kir û destnîşan kir ku ewê bi awayekî aşitiyane desthilatdariyê dewrî Donald Trump bike.

Harrisa ku di hilbijartina DYAyê ya 5ê mijdarê da bi ser neket, li komelgeha Zanîngeha Howardê ya li Washingtonê ji bo alîgirên xwe gotarek pêşkêş kir.

Harrisa qebûl kir ku li hember rikaberê xwe Trump di hilbijartinê da bi serneketiye û got, "Divê em encamên hilbijartinê qebûl bikin. Ez bi Serok Trump ê ku hat hilbijartin ra axivîm û ji ber serkeftina wî min pîrozbahî lê kir. Herwiha min ji wî û ekîba wî ra got ku ezê di warê dewirkirina desthilatdariyê bi awayekî aşitiyane, jê ra bibim alîkar."

Harrisê anî ziman ku pabendbûna wan ne ji bo Trump e, ji bo Destûrê ye û got, "Ez qebûl dikim ku ez di vê hilbijartinê da bi ser neketim lê ez dev ji têkoşana xwe bernadim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın