Li Amerîkayê veguherîna dengan di hilbijartinên serokatiyê yên 2020 û 2024an da
Li Amerîkayê Dearborna ku dengdêrên Misilman û Ereb lê zêde ne, bi têkçûna lîderên Demokrat a piştgirî dan jenosîda Xezeyê va di rojevê da ye
Dearborna li eyaleta Michiganê, wekî 'paytextê civaka Ereb-Amerîkan' tê zanîn
Dengdêran berî hilbijartinê bangewazî kirin ku Biden-Harris, jenosîda li Xezeyê rawestînin
Aktîvîstên Misilman ji ber polîtîkaya wê ya Xezeyê, Partiya Demokrat protesto kir û di vê çarçoveyê da bênavber xebatên hilbijartinê meşandin
Dearborn wekî kevneşopî wekî herêmeke ku Partiya Demokrat lê bihêz e dihat zanîn
Lêbelê di hilbijartina dawîn da ji sedî 42,48ê dengdêran deng dan Donald Trump, ji sedî 36,26an deng dan Kamala Harrisê û ji sedî 18,37an jî deng dan namzeda Partiya Kesk, Jill Steinê
Encaman nîşan da ku piştgiriya bi israr a Partiya Demokrat a bo Îsraîla ku li Xezeyê jenosîdê dike, li bajêr bûye sedema xeyalşikestinê